“Ew warisên pêxember bûn, bi sedan salan teblîxa îlmê kirin”
Seyda Muhammed Emîn Er yek ji wan seyda, aliman e ku gund bi gund, bajar bi bajar, welat bi welat digeriya û teblîxa îlmê dikir.
Ahmet Aydın,Elif Irmak |
03.05.2020
“Ew warisên pêxember bûn, bi sedan salan teblîxa îlmê kirin”
Mardin
Bi rêveberiya Mehmet Siddik Yildirim û bi pêşkêşvaniya Nivîskar û Lêkolîner Îbrahîm Halîl Er, bi serenava “Çinara îlm û îrfanê Seyda Muhemmed Emîn Er” li ser hesabê platforma Instagramê ya Şaxa Enqereyê ya Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYB) weşaneke zindî hat lidarxistin.
Di dîdara zindî da Nivîskar û Lêkolîner Îbrahîm Halîl Erê kurê wî, bi berfirehî li ser jiyan, serpêhatî û tevgerên Muhammed Emîn Er sekinî.
– “Muhammed Emîn Er û Sefer Lîllah”
Er di destpêkê da weke serenav got, “Muhammed Emîn Er û Sefer Lîllah” û wiha axivî, “Seyda Muhammed Emîn Er yek ji wan seyda, aliman e ku gund bi gund, bajar bi bajar, welat bi welat digeriya û teblîxa îlmê dikir.”
Nivîskar û Lêkolîner Er destnîşan kir ku derbarê sala jidayikbûna Seyda Muhammed Emîn da baş agahî nîn in û wiha got, “Lê dema mirov guh dide tiştên hatine gotin tê texmînkirin ku 1905an jidayik bûbe. Li gundê Kiloyana girêdayî Çermûka navçeya Diyarbekirê ji dayik bûye. Kesayatiyeke hezjêkerê îlmê bûye.”
Er paşê hat ser serpêhatiya tehsîla îlmê ya seyda û got, “Di serdemeke wisa da tehsîla îlmê kiriye ku li Tirkiyeyê zimanê Erebî û xebatên dînî qedexe bû. Ji ber vê yekê çûye Sûriyeyê û xwendina xwe domandiye. Li Sûriyeyê întîsaba Şêx Ehmedê Xiznewî dike û xwendina xwe li wê derê diqedîne.”
Er herwiha anî ziman ku pişt re Seyda Muhemmed Emîn vedigere Norşînê îcazeta îlmê ji Şêx Me’sûmê kurê Şêx Me’şûq distîne û piştî wefata Şêx Ehmedê Xiznewî întîsaba Şêx Seydayê Cizîrî dike, dibe xelîfeyê wî û derbarê îrşad û sofîgeriya seyda de wiha axivî:
“Li tenişt şêxên rojhilatê têkiliyên xwe bi şêxên rojavayê Tirkiyeyê ra jî datîne. Bi yên weke Mehmet Zahît Kotku, Mahmûd Efendî, Mahmûd Samî Ramazanoglu û Esat Coşan ra dibe dost. Bi Seîdê Nursî ra jî hevdîtinek pêk tîne. Seyda piştî tedrîsata îlmê li gundên curbicur ên Diyarbekirê, dest bi melatiyê kir û digel melatiyê jî îrşad dikir. Piştî ku Şêx Seyda sala 1961ê wî dişîne gundekî Entabê xebata wî ya li gundên Diyarbekirê diqede. Piştî xizmeta 18 salan li gundekî navçeya Nizibê, sala 1979an mala xwe bar dike û diçe navenda Entabê û li wêderê bicih dibe. Tedrîsata îlmê li wê derê didomîne. Sala 1984an, li ser daweta Mahmut Esat Coşan jî derbasî Enqereyê dibe. Li wêderê ji aliyekî dersê dide xwendekarên fakulteya îlahiyatê ji aliyekî va jî îrşadê dike. Herwiha dest bi nîvîskariyê dike. Nivîsên wî di kovarên curbicur da têne weşandin. Bi taybet hevpeyvînên wî yên di Mecmûeya Îslamê da gelekî deng vedidin.”
– Seferên derveyî welêt
Er anî ziman ku Seyda Muhammed Emîn piştî ku teklîfê ji derveyî welêt distîne, dest bi geşta xwe ya derveyî welat dike û wiha got, “Sala 1986an seyda diçe Danîmarkayê û pey re jî li welatên din ên Ewropayê digere. Di nava 25 salan de li Amerîka, welatên Asya û Misirê digere û xebatên teblîx û îrşadê dike.”
– Beşdarbûna Cîhada Efxanistanê
Nivîskar Er bal kişand ser wê yekê ku Seyda Muhammed Emîn sala 1987an çûye Efxanistanê û got, “Temenê wî 80 sal bû, bi fiîlî beşdarî cihada Efxanistanê bû, nêzîka salekê li wê herêmê dimîne. Li eniya cengê bi rêberên cîhadê yên weke Hîkmetyar, Seyyaf, Muceddîdî û Rebbanî re hevdîtina dike.”
Nivîskar û Lêkolîner Îbrahîm Halîl Er got ku bavê wî Muhammed Emîn Er li heyameke ku îlmên dînî zor dihat hînbûn û heyata dînî qedexe bû jiya û digel van hemû zor û zehmetiyan di rêya xwe da çû û axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Li heyameke ku medrese hatin girtin û alfabeya Erebî hat qedexekirin da jiya. Di vê heyamê da herçiqas li Stenbol û hawirdora wê hin medreseyan bi awayekî çalak ders dabin jî li Rojhilat û Başûrê Rojhilat jiyana medrese û îlmê qediyabû. Rast nîne ku mirov pêkutiya dewletê wekî tekane sedema xilasbûna heyata medrese û îlmê nîşan bide. Di şerê cîhanê yê yekemîn ê ku demek kurt beriya vê heyamê qewimî da miderrîs û telebeyên medreseyan jî bi awayekî çalak cî girtin û gelek ji wan venegeriyan û vê jî medrese qels kirbûn. Ango tekane sedema sekaniya heyata îlmê pêkutiya siyasî nebû.”
Er qala pozîsyona medreseyan a li herêma Rojhilat jî kir û ev gotin: “Medrese li herêma rojhilat bi taybetî di nav Kurdan da girambar bû xwedî pozîsyoneke wisa bû ku jiyana civakî verast dikir. Ango medrese di navenda jiyana civakî da jî bû. Ji xoceyê herî mezin ê medreseyê ra “Seyda” tê gotin. Giraniya Seydayan a li ser gel gelekî zêde ye. Lêbelê dema ku pergalê medrese ji holê rakirin vê tesîra li ser gel jî ji holê rakir, ev rewş bûye sedem ku di nav gel da cehalet rû bide ji aliyekî va jî ji bo her cure îfsadê vekirî maye.”
Seyda li Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt, Bidlîs, Sûriye û gundên wan biqasî 20 salan ji bo tehsîla îlmê geriya. Piraniya mesrefên vê jiyana tehsîlê yan wî bixwe yan jî bi derfetên kêm ên medreseyê pêk anî. Piraniya rêwîtiyên ku ji bo vê tehsîlê kirin bi meşê bûn. Ji Diyarbekir heta Entabê, bi rêwîtî kir û çû bajarên wekî Edene, Stenbol, Enqere, Bursayê. Eşqa îlmê bû wesîle ku ji ser hemû astengiyan ra derbas bibe.
Er behsa berhemên Muhemmed Emîn Er kir û destnîşan kir ku digel fiqhê, eqaîdê û sofîgeriyê di warê zimannasiya Erebî da jî kitêb nivîsîne û piraniya berhemên wî hatine çapkirin.
https://www.aa.com.tr/kk/jiyan/ew-warisên-pêxember-bûn-bi-sedan-salan-teblîxa-îlmê-kirin/1827009
Anadolu Ajansı tarafından çeşitli dillerle haber yapıldı.
İlgili linkleri burada atıyorum.
Turkey: Islamic scholar remembered in online talk
Islamic scholar Muhammad Emin Er’s life, ideas and works discussed during online panel
02.05.2020
Turkey: Islamic scholar remembered in online talk
ANKARA
Ankara-based Turkish Writers’ Union on Saturday held an online talk to commemorate Muhammed Emin Er, an Islamic scholar trained in the Ottoman tradition.
Turkish historian and late scholar’s son Ibrahim Halil Er talked about his father’s life, ideas, and works during a discussion on the Instagram account of the union.
Er mentioned his father’s life in prison and said that he was a “bridge among scholars in Turkey”.
“He lived abroad for 25 years and he worked for Islam’s to be spread in the US with his exemplary personality,” he added.
The late scholar returned to Turkey in 2011-2012, Er said, adding: “He told us I have one year left to live.” He died in 2013.
Born in 1914 and dubbed as the last Ottoman scholar, Muhammed Emin Er was a student of the influential 20th century Islamic scholar Said Nursi who himself had Kurdish roots.
He published several books on Islamic law and Sufism, namely Laws of the Hearts and Soul of Islam.
https://www.aa.com.tr/en/turkey/turkey-islamic-scholar-remembered-in-online-talk/1827006